|
Haydar Iþik Ew wêneyê Ataturk û Diyap Aga (ku cilên kurdî li xwe kirine), di otomobîlê de bînin bîra xwe. Wê demê pêdiviya Ataturk bi kesayetên Dêrsimî yên weke Diyap Aga û Hasan Hayrî Beg hebû. Heta ku pireyê derbas kirin, ji hirç re gotin xalo. Dr. Þivan di salên 60'î de behsa vê rastiyê dikir. Tenê ji malbata Dr. Þivan 54 kes hatin kuþtin. Diyap Aga û 4 mebûsên din yên Dêrsimî bo avakirina Komara Tirkiyeyê alîkarî kirin. Lê piþtî ku dewlet, artêþ, polîs, dad, burokrasî û çapemenî karîbû li ser lingên xwe bisekine, Kemal Ataturk rûyê xwe yê rastî yê tûndrew derxist holê.
Dewleta netewî her kesî Tirk û her
baweriyê jî Henîfî dibîne. Jiber ku Kurd ne li gor vê þablonê ne Qanûna Islahat
a Þerê derxistin. Serhildana Þêx Sêîd û ya Agiriyê bi xwînrijandinê têkbirin.
Ararat, serhildana Kurdan ya dawî bû. Lê li Dêrsimê li dijî dewletê ti
raperîneke biçûk jî tune bû; Dêrsimiyan ne piþtgirî dabûn Koçgiriyê, ne dabûn
Þêx Seîd û ne jî dabûn Agiriyê. Ew li herêma xwe ya dorgirtî, di nava sîstema
eþîriyê de û di nava þerê navxweyî de dijiyan û bi propagandaya dewletê
xapiyan: Kemal Ataturk Elewî ye, Dêrsim bi rastî Tirk e, Dêrsimî Tirkmen in û
ji Xorasanê hatine… Rojnameya Tanê di sala 1935ê de van derewan diweþand. Paþê
ew raporên navdar ji aliyê hikûmetan ve hatin amadekirin. Di 1935ê de navê Dêrsim hat guhertin û kirin Tuncelî. Serokên
eþîretan yek bi yek kirin muteahhît, bar û erzaqa leþkeran ewan birin û anîn. Û
li her navçeyê qereqolekî ava kirin. Di 4ê Gulana 1937ê de Kemal Ataturk,
biryara êrîþkirina ser Dêrsimê da. Demançe xiste paþila keça xwe ya sêwî Sabiha
Gokçenê û wê þand Dêrsimê bo komkujiyê. Gokçen jî bi firokeya xwe bombeyên 50
kiloyî rijandin ser gundan û serobin kir. Li hemberê jin, zarok û kal û pîrên
ku xwe di þikeftan de veþartibûn, gazên kîmyewî bikaranîn. Hinek kesan dikirin
kadînan û diþewitandin. Bo pêwendiyê bangê Seyîd Riza kirin û ew çû Erzinganê;
bi awayekî qelleþ wî li ser pireya Muti girtin û birin Elezîzê xistin zîndanê.
Di nava kesên ku nizanin ka çima tên darizandin de, li ber derew û fenên
kujeran wî çoka xwe neda erdê û di 14ê Mijdara 1937ê de ew darvedikin.
Eþîretên Dersimê dixapînin û di sala
1937ê de dibêjin: Em ê tenê êrîþ bibin ser eþîra Avasan, Demenan û Heyderan, em
têkilê we nabin. Lê di 1938ê de komkujiyê fireh û kûr kirin. Êrîþên tûnd birin
ser beg û eþîretên bêdeng û wan tune kirin. Baþ tê bîra min di zarokatiya min
de em diçûn berbi Çiyayê Duzgin me dizanî ku li wir di newalan de estî hene.
Dayîka min dema ku þîr dide min, komkujiya li wê newalê temaþe dike. Digot,
xelkê bi qurmê darê ve girê didan û don lê dikirin û diþewitandin.
Di salên 40î de kesekî ji eþîra
Demenan (ku hindik kes ji wan xilas bûn) dema ku dihat mala me behs dikir. Ev
mirovê perîþan dema behsa serpêhatiyên xwe dikir digot “Me Misto Kor birîndar
kir“. Ev gotin nîþan e ku Mustafa Kemal serkêþiya vê komkujiyê kiriye. Jiber ku
ji pilankirinê bigirin heta pêkanîna wê ew tê de cih girtiye. Profesorê Huqûqa
Gelan Ronald Monch di sala 2008ê de li Brûkselê di salona YE de di konferansa
Dêrsimê de wiha got: “Tiþta ku li Dêrsimê hat kirin komkujî ye. Kemal Ataturk,
hikûmeta wî, generalên berpirs, waliyên herêmê diviyabû jiber sûcên li dijî
mirovahiyê di dadgeheke navnetewî de bihatina darizandin.“ Fritz Sitte, Ataturk
wek generalê herî xwînrêj yê sedsala borî dide nasîn. Ataturk di qonaxa yekemîn
de ji kuþtina 70 hezar Kurdên Dêrimî berpirs e.
Îro Dêrsimî dengan didin partiya
Ataturk, CHPê. Posterên wî li malên xwe dadileqînin. Dibêjin ku haya wî ji
komkujiyê tune bû. Dêrsimî ji kujerên xwe hezdikin. Ev helwêst dide xuyakirin
ku bi Dêrsimiyan re Sendroma Stockholmê heye.
Serokwezîr Erdogan lêborînê xwest û
hinek belgeyan nîþan dan. Lêborîn xwestin helwêsteke giranbuha ye. Lê heta ku
nava wê neyê tijekirin, bê wate ye. Eger serokwezîr ji aliyekî ve lêborîn
bixwaze û ji aliyê din ve dîsa bêje “Yek netew, yek ziman, yek bawerî“ ev ji bo
Kurdisanê dibe heqaret. Serokwezîr di çarçoveya siyaseta dewletê ya wek, “Perçe
bike û rêkbibe“hewl dide û dixwaze Kurdên elewî li dijî Kurdên din bikiþîne cem
xwe. Ew serokwezîrê ku lêborînê dixwaze, eger li ser çemekî 20 bendav ava bike,
demografiya Dêrsimê xira bike, daristanan biþewitîne, çiyayan her roj
bombebaran bike û nexwaze navê Dêrsimê þûnde bide, çi wateya lêborîne heye?
Heta ku perwerdeya zimanê zikmakî nede zarokên kurd çi wateya lêborînê heye?
Heta ku xweseriya demokratîk nede Dêrsimê, heta ku zerarên Dêrsimiyan telafî
neke, tiþtên ku dike tê wê wateyê ku tenê dixwaze pêþiya Kemal Kiliçdarogluyê
Dêrsimî bigire. Kiliçdarogluyê ku kurdbûna xwe vediþêre bi nasnameya xwe ya
kemalîst bûye serokê wê partiyê.
Komkujî didome; eger Kurd berdin federasyonê hêjî nebûne
xwediyê xweseriyê, nasname û mafên wan hê qedexe bin, tê wateya ku siyaseta
komkujiyê didome. /Haydar Iþik
www.rudaw.net
RÛDAW /Rojnameya Kurdên Diyaspora
Hejmar/Nr. 124
01
Kanûn/Dezember 2011
|